Macron û Sîsî: Pêwîste berî hilbijartinên Libyayê çekdarên biyanî yên nerewa derkevin

.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî di pêwendiyeke telefonê de, li ser xurtkirina pêwendiyên Qahîre û Parîsê, pirsên herêmê û aloziya Libyayê axivîn.

Macron û El-Sîsî li ser rewşa dawî ya krîza Libyayê ragihandin ku pêwîst e çekdarên biyanî ji Libyayê derkevin û destwerdanên biyanî yên nerewa li Libyayê bi dawî bibin, da ku hilbijartin di meha Kanûna 2021ê de pêk werin.

Macron spasiya rola misirê ya zindî di çareserkirina krîza Sûriyê û xebatên şexsî yên serokê El-Sîsî kir ku rê li ber çareseriya siyasî ya aloziya Libyayê vekiriye.

Hat ragihandin ku her du serokan li ser girîngiya xurtkirina xebatên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî terorê li herêma perava Afrîkayê li hev kiriye û da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were.

Rojhilta Navîn Haberleri

SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin
Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin