Macron û Barzanî qala hilweşandina Referandûmê nekirin!

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Frensayê Elî Dolemerî got; "Di civîna di navbera serokê Frensayê Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî de, behsa hilweşandina encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê nehat kirin."

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Frensayê Elî Dolemerî ji kenala Someriyê re ragihand ku tenê Serokê Frensayê Macron rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji biryara dadgeha federalî ya Iraqê bilind nirxand ku dadgehê tekezî li ser yekîtiya Iraqê kiriye.

 

Elî Dolemerî diyar kir, ku armanca civîna Macron û Nêçîrvan Barzanî normalkirina rewşa siyasî û abûrî û serbazî di navbera Bexda û Hewlêr de bû, ew jî di çarçoveya destûra Iraqê de."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin