Macron: Serdana Papa Francis bo Iraqê xaleke werçerxanê ye

.


Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Papa Francis bo Iraqê weke xaleke werçerxanê bi nav kir

Koşka Elysee belav kiriye ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê ji ber serdana bo Iraqê, pîrozbahî li Papayê Vatîkanê, Papa Francis kiriye.

Emmanuel Macron diyar kiriye ku serdana Papa Francis bo Iraqê serdaneke dîrokî ye û bandoreke wê ya girîng heye.

Herwiha Macron serdana Papa weke xaleke werçerxan a rasteqîn li Rojhilata Navîn bi nav kiriye.

Papayê Vatîkanê Papa Francis di 5ê Adara 2021ê de yekem car bi serdaneke fermî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê gihişte Iraqê.

Papa di serdana xwe de ji bilî ku ligel rayedarên Iraqê û Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hevdîtin kir, serdana çend cihên olî yên li parêzgeha Newnewa jî kir û ligel pêkhateyan civiya.

Roja 7ê Adara 2021ê, Papa Francis serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Êvara heman rojê jî, li Stadyuma Franso Herîrî bi amadebûna 10 hezar kesan, gotarek pêşkêş kir û qedaseyeke olî birêve bir.


 

Kurdistan Haberleri

HRW: Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê binpêkirinên xwe didomînin
Trump ji Şer xwest berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî di wan de ne ji HSDyê wergire
Gelo Kurdistan dê li Îraqê bibe rêbera şoreşa teknolojiyê?
Hejmara nû ya Psychology Kurdiyê derket
Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin