Macron: Hatina min a Kurdistanê peyamek e ku em dostên xwe bernadin

.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand ku hatin wî bo Herêma Kurdistanê, peyamek e ku ew dest ji dostên xwe bernadin.

Roja Yekşemê 29ê Tebaxa 2021ê li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyan.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û navçe û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hat gotûbêjkirin.

Wek ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Serokê Fransayê behsa pêwendiya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û rola Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî kir di têkşikandina DAIŞê de, tekezî li berdewambûna piştgirî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Macron herwiha got: “Hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dest ji dostên xwe bernade.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî  pesnê hlwestê dostane ya Fransa da di piştevaniya Herêma Kurdistanê de di qonaxên cuda de.

Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi girîngiya karkirin û hemahengîkirina ligel Fransa û civaka navdewletî kir ji bo çareserkirina pirgirêkên Iraqê bi giştî û pirgirêkên hilawestî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî, herwiha rola erênî ya Fransayê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê, bilind nirxand.

Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û rêxweşkirina ji bo penaber û koçberên bo cih û warên wan hat kirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn