Macron: Emê alîkariya mirovî ji gelê Ermen ê Qerebaxê re bişînin

.

Serokamorê Fransayê Emmanuel Macron, piştî bidawîbûna şerê Qerebaxê yê navbera Azerbaycan-Ermenistanê ragihand ku ew dê ji bo gelê Ermen ê mexdûrê şer alîkariyên mirovî bişînin.

Emmanuel Macron li koşka Elysee bi şandeke Ermen re civiya û ragihand, ew bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re jî axiviye û ji bo çareseriyeke guncaw li ser rewşa herêmê amadebûna xwe eşkere kiriye.

Macron got ku ew ê her tim li kêleka ‘dostên xwe yên Ermen ên dîrokî’ bin.

Şerê Qerebaxê bi navbenykariya Rûsyayê bi peymaneke agirbestê hat bidawîkirin ku Rûsya hêzeke parastina aştiyê li herêma Qerebaxê bicih dike.

Ji 27ê Îlonê destpêka şer ve, heta niha bi kêmî 400 kes di şer de hatine kuştin û bi hezaran sivîl jî koçber bûne.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye