Macron: Em ê îsal jî li Iraq û Sûriyê bimînin

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ragihand ku beşdariya serbazî ya welatê wî li Rojhilata Navîn di sala 2019an de jî dê berdewam bibe.

Emanuel Macron li binkeyeke serbazî ya li başûrê Fransayê ragihand ku bi armanca têkbirina DAIŞê, hebûna serbazî ya Fransayê li Iraq û Sûriyê di sala 2019an de jî dê berdewam bibe.

 

Macron amaje bi wê yekê jî kir ku vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, nabe sedema wê yekê ku Fransa ji armanca xwe ya stratejîk dûr bikeve ku jinavbirina DAIŞê ye.

 

Serokomarê Fransayê got: “Kuştina serbazên Amerîkayê li Minbicê di roja 16ê vê mehê de, ew yek anî bîra me ku şerê dijî DAIŞê bi dawî nebûye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin