Macron: Eger delîlên nukleerê hebin emê li Sûriyê bixin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku heke delîl derkevin hikûmeta Sûriyê li dijî sivîlan çekên nukleerî bikar aniye Fransa dê deverên çekên nukleerî lê ne berteref bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elyseeyê bi rojnamegeran re hat ba hev û derbarê îdiayên ku hikûmeta Sûriyê çekên nukleerî bikar aniyê de daxuyanî da.

 

Emmanuel Macron tekez kir ku li Sûriyê dijî sivîlan bikarnîna çekên nukleerî ji bo Fransayê "xeta sor" e û heke di vê mijarê da delîl hebin ewê jî deverên çekên nukleerî lê ne bombebaran bikin.

 

Macron got: “Niha di destê me de tu delîlekî nîşan bide li dijî sivîlan çekên nukleerî hatine bikarnîn tuneye lê em wek Fransa vê mijarê ji nêz ve dişopînin.”

 

Roja înê Macron bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn re li ser têlefonê axivî û di axaftinde acron îdiayên ku li Sûriyeyê dijî sivîlan xaza klorê hatiye bikar anîn jî anî ziman û fikarên xwe pê re parve kiribû.

 

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihandibû ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha hikûmeta Sûriyê 211 carî bi çekên nukleerê êrîş pêk aniye û hezar û 357 jê sivîl bi tevahî hezar û 421 kesî di wan êrîşan de canê xwe ji dest daye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin