Macarîstan, xebatên akademîk ên di derbarê zayenda civakî de qedexe kir

Li Macarîstanê bi biryarnameyeke bi îmzekirina Serokwezîr Viktor Orbanî, li zanîngehan, xebatên akademîk ên li ser zayenda civakî hate qedexekirin.

Biryarnameya ku roja şemiyê kete meriyetê, xebatên li ser zayendiyê, li zanîngehan qedexe dike.

Li aliyekî din di biryarnameyê de hatiye eşkerekirin, xwendekarên lîsans, master û doktorayê dikarin xebatên xwe biqedînin lê daxwaz ji van beşan hate kirin ku êdî xwendekaran negirin lê êdî bo van beşan girtina xwendekarên nû hate qedexekirin. Herwiha bo van beşan, êdî piştgiriyên darayî jî nayên kirin.

Biryara ku ji aliyê derûdorên akademîk ve bi tundî hate rexnekirin, wek êrîşa hikûmeta çapgir a Orbanî li dijî opozîsyonê, hem jî li dijî serbixweyiya akademiyê tê dîtin.

Orban, bi polîtîkayên tûnd û gotarên populîst, ji derûdorên dijberên penaberan piştgiriyê werdigire. Yek ji alîkarê wî jî berî niha gotibû karê zayenda civakî bi zanîngehan neketiye lewre ev mijareke akademîk nîne, bîrdoziyek e.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin