Ma qeyê li Heqarîyê jî Ereb hene!?

Di welatê Kurdan de di bajarê herî xwezayî yê kurdewarîyê de ku xwendekarên dibistanê hemû kurd in lê bi zimanê kurdî perwerde nîne û di dibistanê de propagandaya zimanê erebî û tirkî dihê kirin ku li wê ne tirk ne jî qet ereb hene!

Di 18.12.2016ê de li Heqarîyê ji alîyê Dibistana Lîseya Keçan a Anadoliyê ya Imam Xetîbê  bi minasebeta ”Roja Zimanê Erebî ya Dinyayê” programeka dewlemend hatîye organîzekirin. Program bi bi zimanê Erebî û Tirkî hatiye pêşkêşkirin.

Dihê de berpirsên bilind yên Heqarîyê yên emnî, îdarî û perwerdeyî yên dewletê beşdar bûne; axaftine, şiîr xwendine, slayt nîşan dane; şano hatîye listîn û propaganda Erebî hatîye kirin.

Midurê Dibistanê Nîhat Turgut gotîye; ew ê ji bo Erebî guncaw bibe dê xebatên ciddî bikin.

Di welatê Kurdan de di bajarê herî xwezayî yê kurdewarîyê de ku xwendekarên dibistanê hemû kurd in lê bi zimanê kurdî perwerde nîne û di dibistanê de propagandaya zimanê Erebî û Tirkî dihê kirin ku li wê xeynî karmendên dewletê ne tirk, ne jî qet ereb hene!

Dewleta ceberut a Tirk bi vî hawayî heqaretê li kurdan û zimanê wan dike û wer xuya ye ew niha de amadeyîya wê yekê dike ku erebên Sûrîyeyê li herêma kurdan û li Heqarîyî bi cî bike. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin