M. Celal Baykara di Komeleya Xozatiyan de axivî

Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Parêzer M. Celal Baykara bi çerçoveya xebata hilbijartinê beşdarî Şeva Weqfa Rûmetê (Onur Vakfı) û çalakiya belavkirina loqmeyan û pîrozkirina Meha Xizir a Komeleya Xozatiyan bû.

Celal Baykara, ji aliyê beşdarvan û hevbajariyên xwe yên rêvebirên komeleyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Baykarayî li Komeleya Xozatiyan axivî û behsa sedema namzetbûna xwe û danasîna projeyên xwe kir.

Mehmet Celal Baykara wisa got: “Dibe ku em neyên hilbijartin. Lê tekez e ku weke ‘ên dinan’ guh bidine daxwazên me û pêşniyarên me bo çareseriyê. Em pir bi xwe bawer in ku em ê ji rêvebiriya heyî û ya ku were hilbijartin baştir birêve bibin. Em xwediyê hişmendiyekê ne ku mirov û daxwazên mirovane esas digire. Ji bo hişmendiyeke bi vî rengî jî veguherîneke cidî divêt. Lê mixabin, namzetên heyî xwediyê vê hişmendiyê nîn in.”

Beyî ku axaftina xwe bi dawî bike Baykarayî daxwaza dengan kir û bo vê pêşwaziya germ sipasiya hembajariyên xwe kir.

Herwiha Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê M. Celal Baykara, beşdarî Şeva Weqfa Rûmetê (Onur Vakfı) jî bû û li wirê jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin