Di dema serlêdanê de digel nûnerên HAKPAR, PAK û PSKê, hin rewşenbîr û nivîskar jî digel Baykarayî bûn.
Rêzdar M.Celal Baykara, di daxunaniya çapemeniyê ya li ber Saraya Dadgeha Çaglayanê de da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, di atmosfereke wek hilbijartina giştî de encam dide û bloka desthilatdara heyî, hebûna miletê Kurd, weke gefek bo yekîtiya Tirkiyê û wek meseleya manûnemanê dibîne û bangeşeya xwe ya hilbijartinê jî li ser vê gotarê dimeşîne.
Li ser pirsa çapemeniyê ya 'Gelo we hişmendiya şaredarîtiyeke çawa heye?' Baykarayî wisa bersivand: 'Stenbol ev bajar e ku kêmar û koçperên ku ji cih û warên xwe veqetiyane pir zêde lê dijîn û pirsgirêkên wan ne tenê bi çalakiyeke paqijkirina kolanan dê karibe were çareserkirin. Em xwediyê hişmendiyeke wisa ne ku bo pirsgirêkên civakî, aborî û çandî yên hemû beşên 'ên dinan û vederkirî' çareseriyan peyda bikin.' Baykarayî bibîr xist ku heta ne xwediyê vê hişmendiyê bin, pirsgirêk nayên çareserkirin û wisa pê de çû:
"Da ku ev were pêkanîn jî veguherandineke cidî ya di hişmendiyê pêwîst e. Lê mixabin armanca namzetên din çareserkirina pirsgirêkan nîne, armanca wan ev e ku xwediyê ranta Stenbolê bin. Em ê şaredarîtiyeke wisa bikin ku her mirovekî endamê cihêtiyên çandî, olî û nijadî be, bikaribe weke xwe bixwe li Stenbolê bijî. Hişmendiya şaredarîtiyeke hevçax, ev e.