Lutkeya Libyayê | Banga vekişîna hêzên biyanî hat kirin: Tirkiyê şerh danî!

.

 Di duyemîn Lutkeya Libyayê ya Berlîn a Almanya hat lidarxistin de, bang hat kirin ku hêzên biyanî yên li Libyayê bê derengmayîn û bilez ji nav erda Libyayê bên vekişandin.

Di konferansê de herwiha Tirkiyê jî şerh danî ser biryara vekişandina hêzên biyanî.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas piştî konferansê ragihand ku hêzên şêwirmendiya leşkerî û rahênanê dikin ne di nav de, biryar hatiye dayîn hemû çekdarên bi pere ji Libyayê bên derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsyayê hêzên bi pere yên Wagner şandibûn Libyayê û Tirkiyê jî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî xwe şandibûn Libyayê ku hê jî ew hêz nehatine vekişandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye