Lûtkeya Davosê îro despê kir

Korbenda Aboriyê ya Cîhanê, bo 49emîn lûtkeya xwe pêk bîne, li Davosa navçeya Swîsrê îro destpê kir. Korbenda îsal, bi navê 'Cîhanîbûna çarem; sêwirandina dîzayna cîhanî di qonaxa çarem a şoreşa pîşesaziyê de.

Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê li Davosa navçeya Swîsreyê ji 110 welayan bi beşdariya serkirdeyên 37 welatan û bi beşdariya ji sê hezarî zêdetir ji serkirdeyên cîhanê û berpirsên rêxistin, sazî, kompanî û pisporan îro destpê kir.

 

Di korbenda îsal a Davosê de Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Çînê , Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokwezîrê Hindistanê beşdar nabin.

 

 

Beşek ji wan serkirdeyan ku dê beşdarî di Korbenda Davosê de bikin, ev in:

 

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokwezîrên Holanda,Japonê,Îtalya, Zelanda Nû, Ispanya; Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Brazîlê, Cîgirê Serokê Çînê, Wang Qishan, Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê Steven Mnuchin, Seroka Sindoqa Dirav a Navdewletî Christine Lagarde, Milyardêr û Serokê Microsoftê Bill Gates. Ji Tirkiye jî Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak û Wezîrê Bazirganiyê Ruhsar Pekcan.

 

Hin rêxistinên Ewropî rexne li Davosê dikin û dibêjin, Korbenda Aborî ya Cîhanê, pir pêgirtî bi nêzîkî hezar kompaniyan e û bo endamtiya tam, 60 hezar dolar û bo endamtiya stratejîk jî 600 hezar dolar divêt û bo beşdariya Korbendê jî daxwaza 27 hezar dolar tê kirin. Ev yek dibe sedem ku kompaniyên mezin bo fişara lobiyan li ser hikûmetan bikin, derfet çêdibe.

 

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin