Luksemburgê bo Efrînê hişyarî da NATOyê

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji bo êrişa Efrînê nameyek ji NATOyê re şand û hişyariya ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bila nebe felaketeke însanî.

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji bo êrişa Efrînê bertek nîşanda û nameyek ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şand û hişyariya ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bila nebe felaketeke însanî.

 

Jean Asselborn di nameya xwe de xemgînî û endîşeya xwe anî ziman û got: "Bila artêşa Tirkiyeyê operasyona xwe rawestîne û leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne."

Asselborn di berdewamiya nameya xwe de got: "Ez bi endîşe me ku ev operasyon bibe sedema felaketekê. Piştî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê gihandina alîkariya însanî bo herêmê bi awayekî cidî hat astengkirin."

 
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin