Lukashenko: Ezê Piştî Qanûna Bingehîn ya Nû Seroktîyê Berdim

.

Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukashenko dîyar kir ku ewê piştî qanûna bingehîn ya nû seroktîyê berde.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji medya Belarûsê ragihand ku Lukashenko daye zanîn ku ewê di qanûna bingehîn ya nû de seroktîyê neke.

Lukashenko negot ku ewê qanûna bingehîn ya nû kengî di merîyetê keve, lê dîyar kir ku ew qanûn dê ne li gor berjewendîyên wî be.

Li Belarûsê di 9’ê Tebaxê de hilbijartinên serokomarîyê li dar ketibûn û piştî Lukashenko serketina xwe ragihandibû, rikeberî bi îdiaya ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye dest bi protestoyan kiribû.

Rikeberîya Belarûsê dixwaze ku hilbijartinên serokomarîyê jinûve li dar kevin û qanûna bingehîn ya welêt jî biguhere.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye