Liv û tevgerên DAIŞê li dora Diyalayê zêde bûne

Jêderekî emnî yê Iraqî eşkere kir, ku li çend navçeyên parêzgeha Diyaleyê çekdarên DAIŞê çalak in û metirsiyê li ser deverê çêdikin.

Wî jêderî bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji medyaya Rûsî re got:

"Navçeyên Hewd El-Weqif li parêzgeha Diyale bûne navçeyên çalakiyên çekdarên DAIŞê. Tevî piroseyên serbazî yên Iraqî li wê parêzgehê û navçeyên din ên Iraqê, çalakiyên xwe berdewam dikin.

Herwiha wî jêderî diyar kir, ku çekdarên wê grûpa tundrew, li wan navçeyan bûne metirsî li ser parêzgehê û parêzgehên derdorê jî. Ji ber ku rez û baxçe û navçeyên çandiniyê li wê deverê gellek in, ew çekdar dikarin bi asanî tevgerê bikin herin û bên.

Ev yek jî di demekê de ye, ku hêzên emnî û serbazî yên Iraqê çendîn operasyon li dijî çekdarên DAIŞê kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin