Lîstikvanê Kurd li ser gotina “Em ji Amedê hez dikin, paytexta me ye” hat lînçkirin

.

 Listikvanê Kurd yê Ersîn Korkut li ser medya civakî ji ber ku di videoyeke xwe de got “Em ji Amedê hez dikin, paytexta me ye” rastî lînçkirinê hat.

Listikvanê Kurd yê Colemêrgî Ersîn Korkut li ser medya civakî ji ber ku di videoyeke xwe de got “Em ji Amedê hez dikin, paytexta me ye” rastî lînçkirinê hat. Di demek kurt de gelek kes bertek nîşanî Videoyê dan, li aliyê din hezkiriyên wê jî piştgiriyê danê

Ersîn Korkut di serdana xwe ya Amedê de axavtina xwe ya bi kesekî re li ser Tiktokê belav kir.

Kesê ku li gel Ersîn Korkut jê dipirse “Tu Amedê çewa dibînî?” Korkut jî dibê “Diyarbekir, Amed, Paytexta me.”

Diyaloga van herduyan di demek kurd de li ser medya civakî deng da. Li ser vê yekê gelek kes bertekê nîşanî Korkut dan. Bikarhêner rexne li axavtina Korkut kirin û di bin parvekirinên xwe de bi  hastaga bila Ersîn Korkut bê girtin parvekirinan kirin.

Di demek kurd de hastaga bi navê #BilaErsinKorkutBêgirtin li ser Twitterê ket rêza yekem.

Korkut piştî bertekan li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek parvekir û xwe wiha parast “Em li paytexta çandê ya ku bi dîroka xwe ya hezar salan ji şaristaniyan re dergûşiyê kiriye Amedê ne.”

Hezkiriyên lîstikvanê Kurd jî li ser Twitterê bi hashtaga #ersinkorkutnebitenêye piştgiriyê danê.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin