Lindsey Graham: Tu lampên kesk ji Tirkîyê re nehatine pêxistin

Hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê ji ber êrîşên Tirkîyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê pêşnûmayek ferzkirina sizayan li djiî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û çend wezîrên wî welatî amade kirin.

Navenda Nûçeyan

 

Endamên partîyên Komarî û Demokratîk ên di Kongreya Amerîkayê de ji ber êrîşên li ser rojhilatê Firatê pêşnûmayek li djiî Erdogan û wezîrên wî amade kirin ku çend sizayan curbicur lixwe digire.

Endamên Kongresa Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen pêşnûmaya ku li ser navê endamên herdu partîyan Komarî û Demokratîk ên Amerîkayê amade kirine li ser medyaya civakî belav kirin.

Ev pêşnûmaya hate amadekirin, cemidandina pereyên Erdogan û wezîrên berevanîyê, derve, aborî û û wezîrê enerjîyê yê Tirkîyê û herwiha rêgirtinali ber çûna wan a Amerîkayê lixwe digire.

Di pêşnûmayê de tê xwestin ku alîkarîyên leşkerî yên Amerîkayê ji Tirkîyê re bê rawestan û ceza li hemû alîyên ku parçeyên leşkerî, madî, manewî, teknîkî yan jî pere didin an difroşin Tirkîyê ferz dike.

Senatorê Komarîyan Lindsey Graham herwiha bi rêya twîtekê hişyarî da Tirkîyê û ragihand ku divê Tirkîye li bakurê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên leşkerî encam nede û dibêje, tu lampên kesk ji Tirkîyê re nehatine pêxistin ku wê operasyonê encam bide.

Graham dibêje, di nava Kongrêya Amerîka de jî yekdengîyek li dijî wê operasyonê heye û divê Tirkîye jî wê yekdengiyê weke xeteke sor bibîne û wê xeta sor derbas neke.

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin