Lin Yutang : Salên te yên jiyanê pir kêm mane û gava tu biçî, tu tiştekî bi xwe re nabî

Kemal Tolan

Fîlozofê Çînî rêzdar Lin Yutang dibêje, Salên te yên jiyanê pir kêm mane û gava tu biçî, tu tiştekî bi xwe re nabî.

 Ji ber vê yekê teserûfkar be, lê refaha xwe feda neke.

Perê ku tu divê xerc bikî, xercke, tiştê ku hêjayî kêfê ye kêfê jê bigire û tiştê ku tu dikarî bidî bide.

Xem neke ka piştî çûyînê, wê çi bibe, ji ber gava ku tu bibî toz, tu yê ne pesindariyê û ne jî rexneyê bibihîzî ; tu yê nizanibî ka kî hat serdana gora te kiriye an ji te ji bîra ne kiriye."

Dema ji bo kêfa jiyanê ya herî baş, niha ye.

Dem hatiye ku, tu mal û milkên xwe yên bi zehmetî hatine qezenckirin binirxînî.

Zêde li ser zarokên xwe xem neke; ew ê rêya xwe bibînin û çarenûsa xwe xêz bikin.

Bala xwe ya taybetî bide ser neviyên xwe, ji wan hez bike, qedrê wan bigire û heta dema ku tu dikarî kêfa ji wan bigrî, kêfa xwê bi wan bike.

Jiyan nikare ji dayikbûnê heta gorê bê naveber berdewam bike.

Her roj şiyar bibe û rojekê bê şerkirinê , kîngirtinê  û bi kêfî derbas bike.

Zêde li benda zarokên xwe ne mîne.

Her çend ew xema te bixwin jî, berpirsiyarî, sozdarî û jiyana wan, dê her gav di pêşiyê de bin.

Her çend hin kes, bi taybetî bi dê û bavên xwe re eleqedar nebin jî, ew pir caran li ser dewlemendiya wan nîqaş dikin û dixwazin ku, ew bikaribin ji dewlemendiya wan para xwe bistînin.

Heke tû 65 salî an jî mezintir bî, tenduristiya xwe ji bo xebateke bê dawî feda neke, gav tû wusa bikî hingê tû gora xwe bixwe dikolî.

Eger ku hezar hektar zeviyên birincê te hebin jî, tû dikarî rojê tenê nîv tasê jê bixwî.

Eger ku bi hezaran malên te yên mezin hebin jî, tû ji bo razana şevê hewceyî tenê 8 metreçargoşe yê yî.

Gava tiştekî te yê bixwî hebin û pereyên te yên ku, tû hewcedariyên xwe bicîh bînî hebin bes e.

Hewl bide ku jiyanek bextewar bidomînî, ji ber ku tenê ew jiyaneke te heye.

Navûdeng, dewlemendî, an rewşa xwe ya civakî bi yên din re nepîvin.

Serkeftîbûna zarokên xwe bi yên kesên din re nede berhevûdin û pesnê xwe nedin.

Di şûna wê de teşwîq bikin ku , ew xwediyê jiyaneke bi bextewarî, tenduristî û şahî bin.

Tiştên ku hûn nekarin biguherînin qebûl bikin, ji ber ku fikara zêde dikare zirarê bide tenduristiya te.

Refaha xwe biafirîne û her roj beşdarî çalakiyên ku bextewarî û şahî tînin bibin.

Rojek bê bextewarî , rojek winda ye.

Bi atmosferek baş, nexweşî dikarin baş bibin.

Ew bi hişekî dilxweş zûtir baş dibin an qet xuya nakin.

Tu dikarî bi pêşxistina karakterekî baş, werzîşê, xwarina saxlem û wergirtina parêzek hevseng a vîtamîn û mîneralan jiyanek saxlem û kêfxweş bijî. Fêr bibe ku tiştên baş ên li dora te, nemaze malbat û hevalên xwe, binirxînî, ji ber ku ew bîranînên xweşik û kêliyên hêja di jiyana te de vedigerînin, hestek zindîbûnê didin te. Tê gotin,

"Yê ku banê xwe winda bike, stêrkan qezenc dike."

Ev rast e.

Dem û derfet mîna ava çem in:

Tu nikarî wan cara duduyan bidest bixînî, ji ber ku gava ew diçin, ew qet venagerin.

Ji her kêliya jiyana xwe kêfê werbigire û derfeta keşfkirina cîhanê û dîtina ecêbên wê ji dest nede,

ji ber ku dibe , ev kêlî qet dubare nebin.

Baweriya xwe bi xuyabûnê neyne,

ji ber ku ew bi demê re winda dibin.

Li mirovê bê kêmasî negere, ji ber ku ew tune ne.

Li kesekî/ê bigere ku, ew te weke tu yî teqdîr bike; heke tu nikaribî wan bibînî, fêr bibe ku ji tenêtiya xwe hez bikî, ji ber ku ew ji hevaltiya xirab çêtir e.

Baweriya xwe bi Xwedê bîne, her çi qas tu wê pênase bikî, û ji jiyanê kêfê werbigire, ji ber ku jiyan kurt e.

Ji malbat û hevalên xwe hez bike, ji ber ku zû yan dereng tu ê ji vê dinyayê derkevî, û kes ji te re spas nake.

Bila tenduristî û bextewarî her gav bi te re be.  Lin Yutang“ *

 

Çavkanî:

Gava  hevalê ciwaniya min, yê lîsa Wêranşarê(1973-1976) kekê M.Fahri Kaya, ev gotara gelekî bi nirx û bi zimanê tirkî li ser malpera xwe parvenekirina*, min ê jî nikarîbûna van şîret û nesîhetên rastiya jiyanê bigihandina we !

Gelek spas kekê M.Fahri Kaya ji bo vê baldariya ku cenabê te li ser jiyanê û bi zimanê tirkî parvekiriye!

*https://www.facebook.com/m.fahri.kaya.2025/posts/pfbid0vkqUMfUUVM3VToNftND2LBA7wJAaz1WnScZZjXmmJHPovJLg7Nd9byuMqruaZM6Vl

 Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê zargotin-kevneşopên Êzdîtiyê ev gotara di 22.10.2025 de bi deng xwandiye û belakiriye : https://www.facebook.com/reel/1587483852617736