Lîlandina ji Tahsîldarê dewletê re

Cano Amedî

 Cano AMEDÎ

Rojekî li Merdînê em mêvanê Kekê HEMÎDÊ SMAÎL AXA bûn.

Ruhê wî şad be!

Civat têra xwe hebû û sohbet jî germ bû.

Kekê Hemîd weke her demî sohbetê bi çîroka LÎLANDINA TAHSÎLDAR xemiland...

Li aliyê Berîyê, Erêbên talankar êrîşekê dibin ser gundekî Kurdan û dest bi talanê dikin. Çi bi ber wan dikeve talan dikin. Pîrejinek, li pey wan dike hawar û qêrîn û destê xwe bi jor vedike, bi nifiran ji Rebê alemê alîkarî dixwaze.

Dinêre mirovekî çeleng li ser pişta Hespekî Boz, qamçî di dest de, porê wî şeh kirî, qirawata wî badayî, bi cilûbergên biriqandî li ber pîrê disekine. Gava pîrê dibîne ku Xwedê jê re "şêrgeleyek" şandîye, awa qêrîn û hawara xwe zêde dike û dibeje:

-tu çi sekinîye, bide pey wan!.. Camêr ji pîrê dipirse:

-ka bêje, çi qewimîye! Ez TEHSÎLDARê dewletê me, ew kesên ku direvin kî ne?` Pîrê dibêje:

-Xwedê te şand, bide dû wan, ew talankar in, gundê me talan kirin!..

TEHSÎLDARê dewletê qamçiyek li hespê xwe dixe û dide pey Erebên talankar. Demek şûnda digihîje wan û diqîre, dibêje: Rawestin, ez TEHSÎLDARê dewletê me! Koma talankaran lê dizivirin û têra xwe lêdidin. Ser û çavên wî dinav xwînê de dimîne, cil û bergên wî diçirînin û têra xwe, wî di nav xwelîye de digevizînin. Pişt re talanên xwe digirin û bi rê dikevin.

TEHSÎLDARê dewletê, di rewşek xirab de digihîje gund û bi hêrs û êşa lêdanê diqîre: Ew kî bû ji min re LÎLAND...

Xuyaye lîlandin û xweşkirina ji dûr ve, hevrêya berjewedîyên şexsî û parastina konforê, her tim bi xwe re karwanê lîlandinê bi rêz dike.

Gava heqî û neheqî, rastî û xirabî, fedakarîya civakî û menfeatên kesayetî cîh biguherin dengê çepikên derewîn bilind dibin.

Weke pêşîyan gotine: “Tifing îcad bû mêrxasî betal bû!”

Niha jî Dunya gumanê/sanal ava bûye, ew fedakarî, mêrxasî û duristîya girêdayî dozê ya doyin, bûye dîlê pejirandinên wirt û vala....

Gelo ew kî bûn ji me re lîlandin....!!?

Ka ew Şêr û Pilingên nav dehl û daristanan...!!?

Ka ew Mîr û Begên xwedî kozik û kemînan...!!?