Lijneyek ji bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê tê pêkanîn

.

 Li serokatiya herêma Kurdistanê lijneyek ji bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê tê pêkanîn.

Îro 23.06.2021ê endamê lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêngavên nivîsandina destûrê destpê kirine, piştî civîna serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyonan  biryar hate dayîn lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêkbê.’’

Herwaha got: ‘’Hewldan ji bo wê armancê ye di vê dema parlamentoyê de destûr bê nivîsandin.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê di dema civîna li gel hejmarek konsolên giştî yên welatên endam li Yekitiya Ewrupa li ser pêngavên nivîsandina destûra herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Hemû hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê hebûna destûreke herêma Kurdistanê ya têde maf û azadî hatî pênase kirin de li ser heman fikrê ne.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kiribû ku naha li serokatiya herêma Kurdistanê saziyek şêwirmendiya yasayî û destûrî hatiye pêkanîn  û ji hersê serokatî û hemahengiyek gelek baş di navbera wan de heye bo wê pirse û piştevanî û alîkarî û hemahengiya temam di navbera serokatiya parlamentoyê û serokatiya herêmê de heye ji bo vê pirsê.’’

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn