Ligel biryara Şûra Dewletê jî veguhastina berhemên Eskîfê didome

Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhem û şûnwarên Heskifê yên dîrokî ji cih û warên wan radikin û neqlî cihekî din dikin.

Doh di derbarê warên dîrokî û çandî yên Eskîfê de gavekî nû hat avêtin.

13emîn Daîreya Şûraya Dewletê, ji bo îhaleya DSÎ ya li ser veguhastina berhemên dîrokî yên li Eskîfê de biryara betalkirinê da.

Wezareta Çand û Geştyariyê jî têkildarî ihaleyê lêpirsîn da destpêkirin.

Lê tevî vê biryarê dîsa neqilkirina warên dîrokî didome.

Şîrketên ku bi neqilkirinê eleqeder dibin doh jî kevirên Mizgefta Sultan Suleyman rakirin û neqlî cihekî din kirin. Ji bo neqilkirina Mizgefta Koç (Mizgefta keçikan) wîncên mezin anîn bi cih kirin.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")