Li Zaxo Pêşmergeyekî din hat şehîdkirin

.

 Li devera Derkar a Zaxo, îro danê sibê Pêşmergeyekî din ên Kurdistanê hat şehîdkirin.

Li gor Rêveberê Nahiyeya Derkarê Edîb Cafer diyar kir, îro danê sibê di saet 06:30an de, Pêşmergeyek dema di erkê xwe yê leşkerî de bû, bi guleya nîşanvanekî PKKê hat şehîdkirin.

Edîb Cafer destnîşan kir: “Şeva borî, hêzeke Pêşmerge li gel pasevanên sînor ên Iraqê hatine sînorên me, da ku xaleke stratejîk bigirin (bilindahiyên Kêre ku dikeve hindav navenda nahiyeya Derkarê), lê mixabin PKKê êrişî ser Pêşmerge kiriye û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûye.”

Li gor Rêveberê Nahiyeya Derkarê nasnameya wî Pêşmergeyî eşkere kir û da zanîn, navê wî Rezvan Mihemed û xelkê qezaya Zaxo ye û îro termê wî li Zaxoyê tê veşartin.

Roja 5ê Hezîranê jî li çiyayê Metîna li devera Amêdiyê êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kiribûn û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn