Li Zanîngeha Kerkûkê cilûbergên kurdî hatin qedexekirin

Zanîngeha Kerkûkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li zanîngehê lidarxistina şahiyên bi cilûbergên neteweyî li xwendekaran hatiye qedexekirin.

Zanîngeha Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku lidarxistina şahiyan ya bi cilûbergên neteweyî li xwendekaran hatiye qedexekirin. Li zanîngehê herwisa hinek cûreyên mûzîk û amûrên DJsî hatine qedexekirin.

Çavkaniyên kurdan derbarê vê biryara zanîngehê de radgihînin ku armanca vê qedexeyê cilûbergên kurdî ne, ji ber ku zêdetir xwendekarên kurd bi cilûbergên xwe yên neteweyî diçin zanîngehê û şahiyan li dar dixin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin