Li Xûrmatûyê şer!

Hat ragihandin ku li navçeya Xurmatû û Kifriyê di navbera Heşda Şeibî, hêzên iraqî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şerekî dijwar derket.

Li gor zanyariyên berdest, Heşda Şeibî û hêzên iraqî îro çoltera Xerê û Qurçayî ya li herêma Kifrî û Xurmatûyê dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Li gor çavkaniyên herêmî şerekî dijwar derketiye û balafirên şer ê Iraqê jî herêma şer bombebaran kirine.

Li gor çapemeniya Iraqê milîtanekî xwekuj ê DAIŞî xwe di nava artêşa Iraqê de teqandiye, lê derheqê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine belavkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin