Li Xizxêrê (Şîrwan) Qetlîama Hilweşina Madenê

Divê demildest di derbarê kes û şîrketên ku îhmala wan di vê qetlîam û mexdûrîyetê de hene bihên tesbît kirin û bihên darizandin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê  di 18.11.2016ê li ser hilweşîna madenê li Xizxêrê a parêzgeha Sêrtê daxuyanîyek balav kir. Daxûyanî wiha ye:

Li navçeya Xizxêr (Şirvan) a parêzgeha Sêrtê di encama hilweşîna madenekê deheta nuha 4 karkeran jiyana xwe ji dest dane, 12 kes jî di binê axa de mane.

Em hêvî dikin dê ew kesên di binê axê de mane, sax werin xelas kirin. Xwedê qurbanîyan bi rehma şad bike, cîhê wan bihuşt be. Sersaxîyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin.

Divê demildest di derbarê kes û şîrketên ku îhmala wan di vê qetlîam û mexdûrîyetê de hene bihên tesbît kirin û bihên darizandin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin