Li Xezeyê teqînên li pey hev

Li bajarê Xezzeyê di encama du teqînan de 3 polîsan canê xwe ji dest da, 3 polîs jî birîndar bûn.

Li bajarê Xezzeyê di encama du teqînan de 3 polîsan canê xwe ji dest da, 3 polîs jî birîndar bûn.


 

Wezareta Navxwe ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma rojavayê Xezzeyê di du xalên pişkinînê yên hêzên polîs de du teqînan rû daye.


 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku di encama wan teqînan de 3 endamên asayîşa wê deverê canê xwe ji dest dane û 3 polîs jî birîndar bûne.


 

Herwiha hatiye diyarkirin ku derbarê encamderên van teqînan de di rojên pêş de, dê zanyariyên berfireh bên belavkirin.


 

Di dewama daxuyaniyê de bang li xelkê û hemû aliyên filistînî hatiye kirin ku van êrişan şermezar bikin û bêdeng nemînin.


 

Herwiha di daxuyaniyê de Îsraîl bi encamdana wan teqînan hat sûcdarkirin. Artêşa Îsraîlê jî derbarê teqînan de daxuyaniyek belav kir û tohmetên derbarê endamcana wan teqînan de red kirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike