Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir

.

 Li Xarpêtê zilamê bi navê Salîh Yilmaz C., Bahar B. qetil kir.

Li Kolana Kulelî ya Taxa Aksarayê ya Xarpêtê zilamê bi navê Salîh Yilmaz C. êrişî Bahar B. a 19 salî kir. Piştî êrişî Bahar B. bi giranî birîndar bû û Salîh Yilmaz C. jî, li hevalên xwe geriya û ji cihê bûyerê reviya. Li ser îxbarkirina hevalên kujer polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kir ku Bahar B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye. Piştî lêkolînan tîmên tenduristiyê cenazeyê Bahar B., rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. 

Polîsan ji bo Salîh Yilmaz C. ê ji cihê bûyerê reviya bigirin, dest bi xebatê kirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê