Li Xaneqînê tirbeya Bawe Mehmûd hat teqandin

Li Xaneqînê ji aliyê çend çekdarên nenas ve êriş bi ser tirbeya Bawe Mehmûd de hat kirin û tirbe hat teqandin.

Hate ragihandin bi çekên RG êriş bi ser tirba Bawe Mehmûd de hatiye kirin û tirbe hatiye teqandin. Zirareke mezin gihiştiye tirbê û hêzên polîsê federalî jî, ku xala wan a kontrolê li wê derê ye, bersiv dane êrişê.”

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa jî ragihand: “Gumana me heye ku ew êrişkar çekdarên DAIŞê bin, dibe ku ew grûp bin ku hatine sînor û hikûmeta Iraqê mûçe dane wan û di artêşa Iraqê de cih ji wan re çêbûye û navê Parêzvanên Welat bi nav dikin, lê niha dest bi karê têkbirinê kirine.”

 

Bawe Mehmûd heta berî sala 2003an weke bavê Kakeyiyan dihat nasîn, piştî 2003an û rûxana hikûmeta berê ya Iraqê, weke neviyê Musa Kazim neviyê pêxemberê Îslamê hat nasandin û di dema çileya Îmam Husên de Şîeyên li Xaneqînê serdana wê tirbeyê dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin