Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin

Li devera Germiyanê da zanîn, li Xaneqînê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya di navbera Gulal û Qeretepe de êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û di encamê de 2 leşkerên Iraqê û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li devera Germiyanê da zanîn, li Xaneqînê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya di navbera Gulal û Qeretepe de êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û di encamê de 2 leşkerên Iraqê û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di wê derbarê de endamê Encûmena Navçeya Qeretepe Selah Baban ragihand, çekdarekî DAIŞê xwe vedizî nava hêzên Iraqî û xwe di nava wan de teqand.

Got jî: Di encama pevçûnan de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan di destê hêzên Iraqê de ne û 4 çekdarên din ên DAIŞê  de jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, her şeva bûrî çekdarên DAIŞê bi Hawinan êrîşî ser rêbendeke hêzên Iraqî li Gulala û di encamê de 3 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Demek e çekdarên DAIŞê li çend navçeyên Iraqî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û ji ber valahiya ewlehiyê dest bi êrîşan kirine.   

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin