Li Xaneqînê 5 çekdarên Heşdî Şeibî hatin kuştin

.

Li devera Neftxane ya li Xaneqînê, hejmarek çekdarên Heşda Şeibî ketin kemîna çekdarên DAIŞê û li gor amarên destpêkê, pênc çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û şer berdewam e.

Jêderekî ewlehiyê ji Xaneqînê ji K24ê re ragihand: “Lîwaya 20 a Heşda Şeibî ketiye kemîna çekdarên DAIŞê û 5 çekdar hatin kuştin.”

Herwiha eşkere kir: “Hêzeke mezin a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketine û şer berdewam e.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye