Li Wêranşarê teqîn; zarokekî mir û 18 kes birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Wêranşarê ya bajarê Rihayê nêzî avayîyên dadger û dozgeran di saet 21.45ê de teqînek pêk hatîye

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Wêranşarê ya bajarê Rihayê nêzî avayîyên dadger û dozgeran di saet 21.45ê de teqînek pêk hatîye û zarokek 10 salî jiyana xe ji dest daye û 18 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyanîya walîyê Rihayê Gungur Azim Tuna; ber bi êvarê kesekî di navbera 18-20 salî wasîteyekê bi bombe barkirî li taxa Yenîşehrê li sîteya dadgir û dozgera park kirîye û wasite ji dûrve hatîye teqandin û di encama teqandinê de avayî zerar dîtine û zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birînadar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin