Li welatekî xerîb, goristaneke xerîb, mirineke bêwext

.

Lê bi hemî awayê xwe ve  merasîmeke bi çand, tore û edetên kurdewarî, bi rêz û hurmetê hûnandî, me kurdekî têkoşerê doza azadîyê, têkoşerekî  dilsoz û xemxurê welatê xwe, endamê Komîteya Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê ya Danîmarkayê  Osman Tokgoz ,  bi Alaya Kurdistanê, bi gulên nîşana rengên Alaya Kurdistanê, bi telqîn û diayên kurdî sipart axê.

Di vê merasimê de jin û zarok, xwişk û bira, gelek kesên malbatê amade bûn.

Heval û hogirên wî yên PAKê yên li Danîmarka û yên ji derên din yên ku ji welatên Ewropa hatibûn amade bûn. 

Berpirsên Partîyên Kurdistanî, wek PDK, YNK, HDK, PSK, PDK-Bakûr û gelek kesayetên birêz amade bûn. 

Dostên malbatê yên Danîmarkî di merasimê de bi çeleng û deste gulên kesk û sor û zer cîyê xwe girtibûn. 

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê Mustafa Ozçelîk,  hem bi peywendîyeke têlefonî serxweşî da kesûkarê gorbihuşt Osman Tokgoz, hem jî li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê çelengek şandibû goristanê.

Piştê sipartina axê ya cenazeyê Osman Tokgoz,  hemî girse bi rêzê serxweşî dan malbat û hevalên wî yên PAKê.

Herwiha piştî merasîmê  girse derbasî  cîyê şînê bû. Wek li ser goristanê,  cîyê şînê jî bi Ala Kurdistanê û bi  rêmzên Kurdistanî ve  hatibû xemilandinê. 

Li wê derê jî bi qasê 3 seetan, yên hatibûn şînê,   bi axaftin û bi  sohbetên xwe bûn şirîkê êş û xemên malbatê û yên hevalên  Osman Tokgoz û bi hev re  xwarina şînê xwarin. 

Gorbihuşt Osman Tokgoz çar meh bû ku bi nexweşîya pençeşêrê ketibû. Di 27.09.2021 de çû ber dilovanîya xwe.

Rûpela Nû/Danîmarka
01.10.2021

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ