Li Wanê yê bi nexweşîna coronayê ketine sedî 90ê wan yê derzî li xwe nexistine

.

Rêveberê Tendirustiya Wanê Prof. Dr. Mahmut Sunnetçioglu ragihand ku ji sedî 98ê nexweşên corona yên li nexweşxaneyan razandî û ên di bin çavdêriya hûr de ew kesên ku derziya li dijî coronayê li xwe neda ne.

Rêjeya xwederzîkirinê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê, ji sedî 61.5e û ev jî ne kêm e. Lê rêjeya tijebûna nexweşxaneyan jî ji sedî 90 derbas kiriye. Rêjeya nexweşên di bin çavdêriya hûr de ji sedî 63e.

Bajarê Wanê heta beriya destpêkirina lêdana derziyê jî, li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava 5 bajarên baş ên rûbirûbûna corona de dihate hejmartin. Lê piştî destpêkirina lêdana derziyê, niştecihên bajar xemsarî kirin û bi rêjeyeke kêm herdû doz bikar anîn.

Mahmut Sunnetçioglu diyar ku xelkê parêzgehê guh nedan bikaranîna maske, xwedûrxistina ji hev û paqijiyê û ev jî bû sedem ku rêjeya pêketinê, serê 100 hezar kesî, bigihêje 278,14 kesan.

Sunnetçiohlu dibêje, ji sedî 98ê nexweşan derziya li dijî corona li xwe neda ne  û kesên ku herdû dozên derziyê li xwe dane û nexweş ketine, nakevin bin çavdêriya hûr.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin