Li Wanê roviyek qerisî

Li bajarê Çaldiranê yê ser bi parêzgeha Wanê yê ve berfê bandor li jiyana ajelan jî kiriye. Welatiyan li bajarê Çaldiranê roviyek dîtin, ku ji bo peydakirina xwarinê nêzî gund bûye, lê di nava sermayê de qerisiyê.

Barîna berfa zêde li parêzgeha Wanê bandor li ser jiyana welatiyan kiriye û di rojê de pileyên germê di navbera 15 heta 25 dereceyan jêr sifrê de ne û  şevê jî digihêje 35 dereceyan jêr sifrê.

 

Barîna berfa zêde, sarbûna hewayê û qerisîna erdê ne tenê bandor li jiyana mirovan, lê belê bandor li jiyana ajelan jî kiriye.

 

Li baniya çiyayê Tendurekê doh serê sibê karmendên şaredariyê ku çûbûn gilêş bavêjin, roviyek dîtine ku di nava befrê de asê maye û qerisiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin