Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 28 tax û gundan hatîye girtin

Li gorî daxuyanîya Şaredarîya Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê li navçeya Gurpinarê 12, li Şaxê 15 û Miksê jî rêya taxek û gundan hatîye girtin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyanîya Şaredarîya Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê li navçeya Gurpinarê 12, li Şaxê 15 û Miksê jî rêya taxek û gundan hatîye girtin.

Di daxuyanîyê da hatîye gotin ji bo ku rê bên vekirin tîman dest bi xebatê kirine.

Li gorî daxuyanîya Midûrîyeta Meteorolojîyê ya Herêma 14emîn, li herêmê bi giştî hewa wê ewrawî û car caran jî wê pir ewrayî be. Piştî evarê li Muş û derdorên Bidlîsê baran û li cîyên bilind jî berf wê bibare.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be û herwiha ba jî wê ji alîyê başûr û rojavayê va nerm, car caran jî wê nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin nava rojê jî germahîya herî zêde li Wan û Mûşê 8, li Bidlîsê 6 û li Colemêrg/Hekarîyê jî 7 pile be.

Çavkanî: Bianet

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê