Li Wanê hevserokên Şaredarîya Rêya Hevrîşimê hatin girtin

Hevserokên Şaredarîya Rêya Hevrîşimê (Îpekyolu) ya Wanê, Azim Yacan û Şehzade Kurt ku 8ê Mijdarê hatibûn destserkirin û ‎li şûna wan qeyûm hatibû danîn, hatin girtin.‎

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê roja 8ê Mijdarê serê sibehê polîsên Tirkîyê bi ser çend malan de ‎girtibûn û bi tohmeta “endambûna rêxistina terorê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” herdu hevserokên Şaredarîya ‎Rêya Hevrîşimê Azim Yacan û Şehzade Kurt hatibûn desteserkirin.

Yacan û Kurt, piştî doh hatin dadgehîkirin ‎biryara girtina wan hat dayîn û bo Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin şandin.‎

Dema Şaredarîya Rêya Hevrîşimê ya Wanê di destê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, di 11ê Cotmeha ‎‎2016an de qeyûm bo wê şaredarîyê hatibû danîn.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrên HDPê Azim ‎Yacan û Şehzade Kurt bi wergirtina ji sedî 54.47ê dengan ji alîyê gel ve wek hevserokên şaredarîyê ‎hatibûn hilbijartin.

 

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin