Li Wanê 'Goristana Bêkesan' a koçberan

.

Beşek ji Goristana Seyrantepe ya li qezaya Tusba ya Wanê di tomarên fermî de wekî "Goristana Bêkesan" hatiye tomarkirin, ku li wê derê cenazeyên koçberên ku kes xwedî li wan dernakeve û nayên naskirin, tên veşartin.

Ev goristan weke "goristana herî mezin a koçberan li Tirkiyê" tê naskirin, û hemî kesên ku li vê goristanê hatine veşartin ew koçberên ne yasayî ne ku  ji ber sedemên cur bi cur ên weke serma, xeniqîn û bûyerên trafîkê li sînorê mirine.

Di salên borî de koçberên ji welatên wek Bangladeş, Pakistan, Afganistan û Îranê û di salên dawiyê de yên ji Sûriyê û Iraqê jî ku di rêya ber bi Ewropayê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane, li wê goristanê hatine veşartin.

Ew demek e parêzgeha Wanê li Bakurê Kurdistanê hema hema bûye xala navendî ya derbasbûna koçberên ne yasayî yên ku dixwazin xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Cenazeyên koçberên ku ji ber sir û seqemê, xeniqîn an bûyerên trafîkê dimirin, piştî dema qanûnî ya 15 rojan eger xizmên wan neyên dîtin, li vê goristanê têne veşartin.

Li goristana ku di sala 1992an de li taxa Seyrantepe hate vekirin, niha zêdeyî 200 gorên koçberan hene.

Abdulselam Akinci / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.