Li Urmiyê di hefteyekê de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin

.

Di nava kêmtir ji hefteyekê de 2 kes li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi destê polîsan hatin kuştin.

Çavkaniyên parêzgeha Urmiyê dane xuyakirin ku di berdewamiya operasyona rûbirûbûna gendeliyê de serokê yek ji desteyên werzişî yên parêzgeha Urmiyê hatiye girtin. 

Heta niha sedema sereke û navê wî berpirsî nehatiye eşkerekirin, her di vê hefteyê de 3 berpirsên din ên şaredariya Urmiyê li ser gendeliyê hatibûn girtin. 

Ji aliyê din Îtlaatê ragihandiye (Murteza Zuhr Elî) ku di pevçûna li gel hêzên ewlekariyê de birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. 

Îtlaata parêzgeha Urmiye dabû xuyakirin ku wan operasyonek bo girtina wan kesan destpê kiribû.

Di vê hefteyê de 2 kesên ku polîs dibêje aramiya bajar têk dane hatine kuştin ku yek ji wan bi navê Heyder Abidînî û yê din jî bi navê Murteza Zuhr Elî ye ku birîndar bibû û li nexeşxaneyê jiyana xwe ji dest daye


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye