Li Tirkiyê zêdetir ji 31 hezar zarokan bi zorê tên xebitandin

.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber hejariyê 31 hezar û 573 zarok neçar mane ku kar bikin û di nav 10 salên dawî de zêdeyî 100 zarokan di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sala 2022an de 31 hezar û 573 zarok bi zorê hatine xebitandin û 3 hezar û 552 zarok jî neçarî parsekiya kolanê hatine kirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di çarçoveya rûbirûbûna “karkerbûna zarokan” de sala 2022an zanyarî li ser 28 hezar û 21 zarokan kom kirine û li gor lêkolîna wezaretê di mehên Cotmehê û Kanûna 2022an de hejmara karkerên zarok zêde bûye.

Li gor rapora Encûmena Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) di navbera salên 2013 û 2021ê de 102 zarokan di dema kar de canên xwe ji dest dane, ku 3 ji wan zarokan keç û 99 jî zarokên kur bûne.

Herwiha ji zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, 4 zarok 14 salî, 7 ji wan 15 salî, 35 ji wan 16 salî û 56 ji wan jî 17 salî bûne.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî