Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa dawî ya Koronayê

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 117 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 117 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 26 hezar û 354 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 102 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 632 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 501 hezar û 79 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 3014 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 387 hezar û 384 kesan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye