Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê mizgeft vedibin

Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê mizgeft piştî du meh û nîvan ji nimêjên bikomî re vedibin.

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Tirkîyeyê hewl dide qedexeyên Koronayê sist bike û jîyanê vegerîne wekî berê.

Di vê çarçoveyê de derîyên mizgeftên Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê li gor şert û mercên Koronayê yên hatine dîyarkirin ji nimêjên bi komî re careke din vedibin.

Li gor giştînamya Wezareta Navxwe ku ji 81 parêzgerîyan re hatîye şandin, dê li mizgfetan tenê nimêjên înê, nîvro û berêvarê bêne kirin.

Di biryarê de hatîye gotin, ku nimêjên înîyê li nava mizgeftê nayê kirin û dê li hewşên mizgeftan nên kirin. Herwiha divê welatî mask li xwe bikin. Di nimêjên înîyê de gotar (waaz) nayê dan û dê hewl were dayîn ku di zûtirîn dem de bidawî were.

Ji 16 Adarê ve bo rêgirtin li belavbûna vayrusa Korona derîyê Mizgeftan hatibûn girtin.

Serokomarê Tirkîyê, Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna kabîneya xwe ragihand, piştî 1ê Hezîranê qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî tê.

Erdogan got: “Fermanberên hikûmetê jî weke berê dê dewama xwe bikin. Herwiha xwaringeh, kafe, şîrînîxane, çayxane, salonên werzîşî û melevangeh û germav, dikarin heta seet 10ê şevê kar bikin.”

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya