Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 96 wefat û 20 hezar zêdetir pêketinên nû hatin tomarkirin

.

 Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 96 wefat û 20 hezar û 890 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin.

Wezaretê li ser helmeta derzîkirinê jî eşkere kir ku rêjeya kesên doza yekem li xwe dane bûye 66,11%, rêjeya doza duyem jî bûye 44,16%.

Herwiha hat diyarkirin ku bajarên rêjeya derzîlêdanê herî kêm e jî bajarên Îdir, Çewlig, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Bedlîs, Mêrdîn û Riha yên Bakurê Kurdistanê ne ku tenê bajarê Gumuşhane ji nav Tirkiyê rêjeya wê derzîlêdanê kêm e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye