Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 66 kesên bi koronayê mirin: Li Bakur xelk naçe derziyê!

.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 66 kesên pêketiyên vîrusa koronayê can dane.

Wezaretê di tabloya îro 18ê Tîrmehê de eşkere kir ku 7 hezar û 680 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 66 kesan jî li Tirkiye û bajarên bakurê Kurdistanê ji ber nexweşîya vîrusa koronayê wefat kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku 5 hezar û 835 nexweş jî baş bûne.

Di tabloyê de hat eşkerekirin ku heta niha 38 milyon û 942 hezar û 491 doza yekê û 20 milyon û 719 hezar û 853 jî doza duyem a derziya koronayê li hemwelatiyan hatiye xistin û bi tevahî hejmara derzîyên hatine lêdan gihîştiye 63 milyon û 290 hezar û 483 kesan.

Hêjayî gotinê ye hatiye destnîşankirin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Bedlîs, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Batman, Çewlig û Îdirê li gorî rêjeya derzîkirinê kêm e ku xelk bi xwe naçe derziyê li xwe nade.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye