Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 62 rojnamevan girtî ne

.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2021an de  2 rojmamevan hatine kuştin û 62 rojnamevan jî girtî ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  li parêzgeha Amedê raporta 2021ê ya binpêkirinên dijî rojnamevanan bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Li gor amarên raporta Komeleyê di sala 2021an de 2 rojnamevan hatine kuştin û derbarê 51 rojnamevanan de jî lêpirsîn hatiye vekirin.

Li gor Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê herwiha 55 rojnamevan rûbirûyî êrîşê bûne û 47 rojnamevan jî bi 133 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin. Li gor raportê di heyama salekê de hezar û 460 nûçe hatine astengkirin, 64 malper hatine girtin û 75 rojnamevan jî ji kar hatine derxistin.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê da ku 4ê Çile roja 2yemîn salvegera damezrandina Komeleya wan e û got: “Wek DFG beriya 2 salan dema me dest bi vî karî kir, hêviya me ew bû ku cîhaneke azad û wekhev bê avakirin bû. Bo vê jî divê azadiya îfadeyê hebe û ya herî girîng jî bêguman azadiya çapemeniyê ye.”

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin