Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %50yê ciwanan dixwazin li welatekî din bijîn

.

 Li gor rapirsiya “Lêkolîna Ciwanên Tirkiyê” %50yê ciwanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dixwazin li welatekî din bijîn. Ji %27.64 ciwanan jî gotine “Em di jiyana xwe de ne bextewar in.”

Ji Zanîngeha Hacettepeyê ya li Enqerê akademîsyen Sînan Ateş li 22 bajaran bi 2 hezar 471 ciwanan re “Lêkolîna Ciwanên Tirkiyê” pêk anî.

Sînan Ateş di çarçoveya “Lêkolîna Ciwanên Tirkiyê” de ji ciwanên ku wek “Nifşa Z” tên binavkirin çend pirsên civakî û siyasî kirin.

Ji %50yî ciwanên ku beşdarî rapirsiyê bûn pirsa “Ger derfeta we hebe hûn dixwazin li derveyî welêt bijîn?” wek “erê” bersivandin. Ciwanan gotin “Em ji ber jiyaneke baştir dixwazin li derveyî welêt bijîn.”

Yek ji pirsên rapirsiyê jî “Hûn ji jiyana xwe kêfxweş in?” bû. Ji %27.64ê ciwanan bersiva “na” dan vê pirsê û ji %35an jî negotine em kêfxweşin an ne kêfxweş in.

Herwiha ji 55ê ciwanan xwe ji aliyê siyasî ve wek “Kemalîst û netewperwer” pênase kirine.

Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa “Ger hûn rêvebirê Tirkiyê bin hûn ê berî her tiştî kîjan pirsgirêkan çareser bikin?” hatiye kirin. Ciwanan wek bersiv gotine: gendelî/bertîl, perwerde/dibistan û bêkarî.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn