Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 948 kesên din bi koronayê ketin û 28 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 158 hezar û 762 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 397 kesan.

Wezîrê Tendirustîyê dîyar kir jî, 121 hezar û 507 nexweş Koronayê jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin