Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 279 kes bi koronayê mirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 62 hezar û 797 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 279 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 310 hezar û 420 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 62 hezar û 797 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 279 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 55 hezar û 413 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 25 hezar û 557 kesan û 34 hezar û 734 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 480 hezar û 146 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 42 milyon û 509 hezar û 905 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.


 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê