Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 276 kes bi Coronayê mirin

.

 Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 304 hezar û 530 testên Covid-19 hatin kirin, ku li gor encaman 22 hezar û 857 kes bi vê vîrusê ketine û 276 kes ji pêketiyên coronayê jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, îro amarên nû yên taybet bi vîrusa coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  304 hezar û 530 pişkinînên Covid-19 hatine kirin, ku encamên 22 hezar û 857 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 276 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Ji duh ve heta îro 14 hezar û 527 nexweşên coronayê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê daneyên derzîlêdana li hember vîrusa Covid-19 jî aşkere kiriye û ragihandiye, li wî welatî kesên di ser 18 saliyê re herî kêm 1 doz vaksîna Covid-19 wergirtine û diyar kiriye, heta niha rêjeya vaksînkirinê li wî welatî gihîştiye asta ji sedî 79.26, rêjeya kesên ku heta niha 2 doz vaksîn wergirtin jî bûye ji sedî 61.18

Wezaretê diyar kiriye, 49 milyon û 197 hezar û 925 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 37 milyon û 976 hezar û 800 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 8 milyon û 871 hezar û 214 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Rihaya Bakurê Kurdistanê di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla,Edîrne, Çanakkale, Kirklareli, Balikesir, Tekîrdag, Amasya, Aydin, Yalova û Antalya herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Riha, Amed, Mêrdîn, Mûş, Bedlîs, Çewlig Êlih, Bedlîs, Sêrt, Îdir û Agirî tên.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da