Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 216 kes bi coronayê mirin

.

Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 229 hezar û 538 testên Covid-19 hatin kirin, ku li gor encaman 19 hezar û 320 kes bi vê vîrusê ketine û 216 kes ji pêketiyên coronayê jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, îro amarên nû yên taybet bi vîrusa coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  229 hezar û 538 pişkinînên Covid-19 hatine kirin, ku encamên 19 hezar û 320 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 216 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Ji duh ve heta îro 14 hezar û 743 nexweşên coronayê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê daneyên derzîlêdana li hember vîrusa Covid-19 jî aşkere kiriye û ragihandiye, li wî welatî kesên di ser 18 saliyê re herî kêm 1 doz vaksîna Covid-19 wergirtine û diyar kiriye, heta niha rêjeya vaksînkirinê li wî welatî gihîştiye asta ji sedî 72.99, rêjeya kesên ku heta niha 2 doz vaksîn wergirtin jî bûye ji sedî 55.50

Wezaretê diyar kiriye, 45 milyon û 304 hezar û 742 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 34 milyon û 446 hezar û 15 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 7 milyon û 362 hezar û 337 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Rihaya Bakurê Kurdistanê di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Edîrne, Kirklareli, Balikesir, Amasya, Aydin, Tekîrdag, Eskişehir, û Yalova herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Riha, Mêrdîn, Bedlîs, Mûş, Amed, Êlih, Çewlîg, Îdirû Agirî tên.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da